Encûmena Niştimanî ya Kurd di daxuyaniyekê ji emîndariya wê ya giştî derketibû, rawestandina karê xwe yê di Lêvegera Siyasî ya Kurd de û komîtên pê ve girêdayî ragihand, bi sedema sûrbûna Tevgera Civaka Dîmuqrat li ser çêkirina Hilbijartinên Şaredariyan di çaxê wê yê hatibû ragihandin de.
Di daxuyaniya Emaneta Giştî de hat: “Ji bo giringîpêdana peymana Duhokê û xebata kurdî ya hevbeş, Encûmena Niştimanî ya Kurd hemû bizavên berdest kirin ko Tevgera Civaka Dîmuqrat hilbijartinên Şaredariyan yên ko wê di 13.03.2015an de li Cezîrê çê bikin, bipaş bixîne, çimkî ew tu seqayekî erênî ji cîbicîkirina peymana Duhokê re pêk nayine û ziyanê digihîne têgihana hevbeşiya rastîn li gora ko di peymana Duhokê de hatiye. ”
Tê zanîn ko Encûmena Niştimanî ya Kurd nameyek ji Tevgera Civaka Dîmuqrat re şandibû, têde gefa xwevekêşanê ji Lêvegera siyasî dabû eger ew hilbijartin bipaş nekevin, lê Tevgera Civaka Dîmuqrat ti guhdan li wan daxwazan nekir.
Jêder:Hevbendî