Şoreşgeran doh êvarî ragihandin, piştî şerekî tund dijî Hêzên Esed û hevalbendên wî, Pasvanên Şoreşgêr yên Îranî û Hizbullah, Gundê Dorîn li Gundewarê Laziqiyê ji destê Rêjîmê derxistin. Çalakvanan gotin ku hejmarek pir ji hêzên Rêjîmê hatine kuştin û gelek birîndar bûne.
Herwiha Şoreşgeran Gundê Ketif Meryûd û Qimet Elcelta û Girê Elşêx Mihemed li Çiyayê Kurdan kontrol kirine. Hêzên Rêjîmê jî li wan vegerandin û Havîngeha Selma bi bombeyên dûravêja Hawin û Topan amanc kirin, bêyî ku nûçeyê birîndarbûna tu kesî ji me re were .
Û bi evê pêşvebirinê Şoreşgeran baregehên xwe li Gundewarê Laziqiyê mukumtir kirine û li derdora Bajarê Selma yê istiratîcî û Çiyayê Kurdan herêmên xwe asêtir kirine.
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit destnîşan kir ko ew serkeftin”moralê hemû Sûriyan xurtir dike û tekez dike ko dê serkeftinê herdem bibînin” . Û Elmislit daxwaz ji Cîhana Azad û çi aliyên ko dixwazin tiroristiyê li Herêmê tune bikin kir”destê xwe bidin destê Şoreşgerên Artêşa Azad û çekên baş bidin wan û piştgiriya şoreşa Gelê Sûriyê bikin da ji Rêjîma Esed ya tirorist û rêxsitinên tirorist yên ko wî ew çê kirine rizgar bibe”.
Jêder: Hevbendî