Piştî kû Encumena Niştimaniya Kurd li Sûryê ENKS biryara derketina xwepişandanan derxistibû li dijî leşkeriya neçar ya kû partiya Yekîtiya demuqrat PYD ji yek alî ve derxistiye. Îro Encumenên xwecihî yên Bajarê Qamişlo di daxuyaniyekê de biryara paşxistina van xwepişandanan bo demek ne diyar dan, bi sedema bûyerên bajarê Hesekê û nexweşiyên kû lê rû didin..
Hêjayî gotinê ye kû duh Encumena xwecihî ya Encumena Niştimanî ya Kurd li bajarê Amûdê xwepişandan li wir jî paşxist û ev yek bû sedema kû rêxstina Amûdê ya Partiya Yekîtî xwe ji nav Encumena xwecih bikişîne, û wê partiyê daxuyaniyek derxist tê de nerazîbûna xwe li ser vê biryarê da, Endamê nivîsgiha siyasî ya partiya Yekîtî Enwer Naso got em matmayî dimînin li ser guhertina helwesta hin partiyên Encumenê û daxwaza paşxistina xwepêşandanan û got: em di partiya Yekîtî de li dijî biryrên kû ji yek alî ve têne standin û bi taybet leşkeriya neçar ya kû hişt deverên me ji xortan vala bibin Naso got em bi derketina xwepişandanan re ne li dijî van biryaran .