(Hewlêr – Hevbendî -Hîwa can) Roja sêşemê 23\9\2014 Encumena Niştîmanî Ya Kurd, xwepêşindanek jibo piştgiriya xelkên kobanê û rewşa mirovahî ya diltezên û bûyerên rûdidin ji encama êrîşên rêxistina “Da`iş” ya terorîst li dar xist.
xwepêşindanê di dejimêr 10ê beyanî de, ji ber dergehê Avahiya Gîştî ya UN li Hewlêrê bi beşdariya nêzî 1000 xwepêşandarî dest pê kir, di rêveçûna xwepêşandanê de siloganaên şermezakirina kiryarên rêxistina Da’iş ya terorist û doza yekîtiya gelê Kurd hatin bilindkirin , û bangewazî ji Civaka Navdewletî re hat şandin ji bo sînorekî ji penaberî û êş û kuştina li navçeya Kobanê li li ser destê rêxistina Da’işê dibe deynin , û alîkariyên lezgîn bighînin penaberên Kobanê yên derbasî Turkiyê bûne.
Nûnerên çar partiyên ku di civata Encuman de amade bibûn, nameyek bi dest dan rêveberê gîştî yê UNê birêz Skûl , li gor şanda ku derbas bibû hundurê avahiyê da zanîn, rêveberê UNê gelek daxbar bû û rizamendiya xwe li ser vê xwepêşindanê diyar kir, û ji wan re tekez kir ku ew dê piştî înyekê daxwazên wan bighîne Civata Encumena Ewlekariya Navdewletî , û yekî ji nûnerên partiyên derbas bibûn cem rêveberê UNê got :” Dema hevdîtina me bi nûnerê UNê re pir di cihê xwe de bû, ji ber di wê demê de civata 33 qunsilên dewletên cîhanê di UNê de civiya bûn”.
Wek ku hat zanîn ku du xwepêşindanên din berî ya Encuman ji aliyê penaberên li hewlêrê ve li dar ketibûn, ku dixwestin hestên xemgînî û nerazîbûna xwe ya bi coş derxînin û nîşan bidin. Lê piştî vê xwepêşindanê moral û hêviyên gel bi gotara rêvebrerê UNê geş û bilind bûn.
Gelo ev soza bi Encumena Niştîmanî Ya Kurd re hat dan wê bich bê?