Encûmena xwecihî ya bajarê Dareya daxwaz ji aliyên çavdêr ji agirbesta “Rawestandina Karên Dijminkarî” kir, ku rê li pêş destdirêjiyên berdewam yên rêjîma Esed bigirin û herwiha wê neçar bikin li ser pabendiya bi biryarên navdeweletî.
Ku duhî roja pêncşemê, serokê encûmena xwecihî di daxuyaniyekê de got ku rêjîma Esed carek din rêkeftina rawestandina karên dijminkarî û rêkeftina Amerîka – Rûsiya ya dawiyê binpê dike û herwiha hemû bang û gaziyên navdewletî piştguh dike , bi berdewamiya wê di hewlên derbasbûna li nav bajêr bi bombebarankirinê bi hemû alavên çek û teqemeniyan, û hevdem digel qedexekirina derbaskirina alîkariyên mirovî yên bilez bo xelkê dorpêçkirî her ji sala 2012 an ve.
Li aliyek din fermandarê leşkerî yê lîwayê şehîdên Îslamê “Ebû Ehmed” di demek pêştir de tekez kir ku hêzên leşkerî yên li bajarê Dareya, pabendbûna xwe bi “agirbestê” ji aliyên navdewletî re ragihandin, tevî binpêkirina rêjîmê ji agirbestê re piştî destpêkirina wê bi 5 xulekan.
Herwiha di geşta xwe ya Ewropî de ya di heftiya bûrî de, serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Ele’bide daxwaz ji Yekîtiya Ewropî kir ji bona parastina pirosêsa siyasî, bi rêka rizgarkirina rêkeftina rawestandina karên dijminkariyê, hevdem amaje kir ku berjewendiya gelê Sûriyê bi agirbestê heye ji bona bidawîkirina xwînrijandinê û sivikkirina êş û azarên milet.
Hêjayê gotinê ye ku di 9’ê gulanê de, rêjîma esed rê li pêş derbaskirina karwanên alîkariyên mirovî bo Dareya girt, û sikirtêrê giştî yê NY Ban kî Mon ew yek bi “nayê pejirandin” da zanîn, herwiha ku Xaça Sor a Navdewletî ew yek şermezar kir, û tekez kir ku pêwîstiya xelkê Dareya bi her tiştekî heye nemaze ku ev bêhtir ji sê sal û nîvan e li bajêr şerên dijwar diqewimin, herwiha ku rewşa wê gelekî têkçûyî ye.
Têzanîn ku li Dareya û Xûta rojhilat bi mawê 72 demjimêran agirbestek hatiye destpêkirin her ji berbanga roja sêşema bûrî ve, di dema li tevahiya Sûriyê ji roja 27’ê reşemehê ve rêkeftina rawestandina karên dijminkarî hatiye emzekirin ku rawestandina bombebarankirinê û rawestandina armanckirina sivîlan û rakirina dorpêçê ji ser navçeyên dorpêçkirî û gihandina alîkariyan bo xelkê dorpêçkirî û serbestberdana girtiyan têde hatiye.
Jêder: Hevbendî