Di mawê 90 rojan de 3391 sivîl hatin şehîdkirin, ji destpêka agirbesta Rawestandina Karên Dijminkarî ve, ku ji wan 426 zarok in, û 304 jin in, û 101 di bin eşkence û lêdanê di girtîgehan de hatine kuştin.
Û îro ligor serjimêriyekê ku ji aliyê Nivîsîngeha Ragihanadina Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ve hatiye berhevkirin, hêzên Esed û milisên hizibulaha terorîst û milisên Îranê yên din, di dema sê heyvan de, ji destpêka agirbestê de, 3240 kes kuştine ji encama armanckirina xanî û avahiyên sivîlan bi awayekî rasterast ya di êrîşan de, hevdem ku 150 kes hatine kuştin bi destê hêzên Rûsiya ji encamê bombebarankirina firokên şer.
Herwiha ku hêzên Esed her ji yekem roja agirbestê 27’ê reşemehê û heta roja duhî 26’ê gulanê, bi encamdana zêdetir ji 57 komelkujiyan rabûne, ku têde bisedên sivîlan bûne qurbanî, û hejmarek mezin ji jin û zarokan di nav qurbaniyan de hebûn, yekser bi rêka armanckirina bazargehên gelêrî û mizgeft û xaniyên sivîlan.
Herwiha hejmara binpêkirinan di dema 90 rojan de gihişt 3404 binpêkirinan bi destê hêzên Esed û milisên tayifeperist, hatin encamdan bi rêka bombebarankirina esmanî û topbarandina topxane û mûşekan di êrîşan de, û binpêkirinên hêzên Rûsiya ji 261 binpêkirinan zêdetir bû, bi rêka bombebarankirina navçeyên dibin siha Rêkeftina agirbestê de bi firokên şer.
Û Encûmena Ewlekariya Navdewletî, di demek pêştir de “torebûn û nîgeraniya xwe anîbû ziman li hember êrîşên dawiyê yên li dijî sivîlan û li dijî armancên bajarvaniyê di Sûriyê de, di nav de yên li dijî navendên pizîşkî û êrîşên bêserûber”, û tekez kiribû ku ev kar û kiryar digehijin asta ” tawanên şer”, û amaje bi berpirsyatetiya serekî ya rêjîma Esed kiribû di ber armanckirina sivîlan de, hevdem daxwaza cêbicêkirina bilez û bi temamî ji “fermanên Encûmena Ewlekariyê kiribû, nemaze biryarên 2139 (2013) û 2165 (2014) û 2191 (2014) û 2258 (2015) û herwiha tevî biryara 2286/(2016) ya girêdayî bi çavdêriya saxlemiyê li deverên nakokiyên çekdarî.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, ji aliyê xwe ve û di daxuyaniyek berê de, berpirsyaretiya ” têkşikestina” agirbestê û paşî derencamên wê, xist di stûyê rêjîma Esed û hevalbendên wê de, yên bi hemû şiyanên xwe yên berdest hewl didin ji bona binpêkirina agirbestê, bê ku helwestek navdewletî cidî li hember hebe, û hevbendiyê herwiha da zanîn ku civaka navdewletî di hilgirtina erk û berpirsyaretiyên xwe de li hember peydakirina mîkanizmên guncayî di cêbecêkirina biryarên yasa navdewletî de têkşikest, û agirbest bû perdeyek ji bo berdewamiya tawanên rêjîmê û ev yek ji herkesî re diyar bû.
Jêder: Hevbendî