Encûmena xwechî ya Encûmena Niştimanî ya kurd li Kobanê di daxuyaniyekê de tekez kir ku Tevgera Civaka Demokratîk û aliyên ser bi wê ve, biryarên girêdayî bajêr biserêxwe û tekalî û bêberpirsyarî û bê vegera li hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl distînin, wek biryara ku wê nêzîkî 30% ji rûberê bajarê Kobanê bikin mozexane, ku bêhtir ji 60 hiktaran pêktê, û kongiran ji bo wê lidar dixe bi navê Kobanê, wek kongirê Amadê yê ku li 2-3 gulanê wê bê girêdan bê pişkdariya hêzên navhatî bi navê Jinûavakirina Kobanê.
Herwiha Encûmen di daxuyaniya xwe de got, baştirbû ku hemû hêzên siyasî û rêxisinên civaka sivîl beşdar bibana di nexşekirin û danîna pilaneka rast û durust bo jinûavakirina Kobanê , herwiha got ku û berdewambûna kar bi ramanên ezezîtî wê bibe sedema êş û azarên zêdetir ji gelê me re, yê ku bi piranî ji navçeyên xwe yên dîrokî mişext û koçber bûye.
Jêder:Hevbendî- Daxuyaniya Encûmena Xwecihî ya Kobanê