Duhî Encûmenên xocihî û komîteyên Sivîl li parêzgeha gundewarên Şamê, di daxuyakirinekê de navçeya Xota rojhilat bitevahiya bajar û bajarokên wê ve û tevlî taxa Cober bi navçeyeka sosretkirê ragihandin, û daxwaz ji civaka navdewletî û ji Netewên Yekgirtî kirin ku bi berpirsyaretiyên xwe yên rewiştî û zagonî hilgirin bo parastina sivîlan û riyên mirovî vekin û biryarên taybet bi derbaskirina alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê Encûmena asayîşa Navdewletî hatine deranîn jimare 2139 û 2165 cêbicê bikin. ev daxwaz hatin di kongirekî rojnamevanî de di roja pênçşemê bi tevlîbûna sercem deste û encûmenên xwecihî yên girêdayî bi tabûrên artêşa azad ve li Şamê û gundewarê wê, û di daxuyaniyê de hat ku:” bi sedema baredoxên mirovî û tenduristî yên têkçûyî û zehmet li vê navçeyê piştî dorpêçkirina wê ji aliyên hêzên Esed bêhtir ji du sala ve, ku rê li pêş derbaskirina alîkariyên mirovî û pizîşkî û keresteyên xwarinê bo akinciyan girtine “. û amadebûyan bi navê nişteciyên dorpêçkirî bang li saziyên navdewletî û raya giştiya cîhanî kirin ji bo “parastina sivîlan û vekirina rêyên mirovî bo akinciyên Xota û zarok û nexweş û birîndar û kêmendamên ji encama şerê ku dibe ketine wê rewşê de”. û kombûyan tekez kirin ku Xota rojhilat nêzîkî kariseteke mirovî bûye, piştî nemana dermanan bi sedema zêdebûna kuştarên rêjîma Esed yên rojane, tevlî zêdebûna nexweşiyan û qutkirina eliktirîkê û ava vexwarinê, herwiha bi hatina werzê zivistanê re nexweşî zêdetir dibin. têzanîn ku Nûra Elemîr cêgira serokê Hevbendiya Niştimanî, dorpêçkirina stemkirî ya navçeyên Xota û li hin navçeyên Şama paytext û taxa Elwe’ir li Himusê û taxa Elhola li gundewarê Himusê dazanîn bi “komelkujiya ku metirsiya wê nekêmtir e ji karanîna çekên kîmawî û bermîlên teqîner li dijî sivîlên ku rûxandina wî dixwazin”. û Nûra got ku:” bêdengiya civaka navdewletî li ser reftara Esed ya tawankarî, beşdariyek di vexwartina xwîna Sûriyan de ye. Ku ev helwestên nerênî û yên bê behane, werîsên baweriyê di navbera gelê sûrî û hêzên navdewletî de qut dikin, ku bêdengiya Cîhanê li ser şerê siyasî yê bêrewişt yê rêjîma Esed dike li ser pariyê nanê jiyanê bo neçarkirina sûriyan ku ji daxwazên xwe vegerin, bi xwe tawaneke nekêmtirê ji tawanên rêjîma Esed diderheqê Sûriyan de”. bi vê çendê Elemîr daxwaz ji Civaka navdewletî kir jibo ” pêkanîna biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya hejmar 2139 ya taybet bi rakirina dorpêça li ser sercem bajarên Sûriyayê, û herwiha cêbicêkirina biryara 2165 ya taybet bi derbaskirina alîkariyên pizîşkî û mirovî bo bajarên dorpêçkirî bê pesenda rêjîma Esed”. û Elemîr got:” ku derbaskirina alîkariyan bê rizamendiya rêjîma Esed ku danpêdanek bû ji Civaka navdewletî bi tawanbariya Esed, ku nabe pesenda derbaskirina alîkariyan ji tawankaran bê xwestin, ji ber ku ew bi xwe bi pêkanîna tawanan li ser mirovên dorpêçkirî dirabe, lê tiştê seyr ewe ku ev biryarên taybet bi rakirina dorpêçkirinê hemû neketin di ware piraktîkê de û bitenê mane xamava li ser kaxezan,û viyana navdewletî bi cih nayê eger biryarek din li ser sizakirina kesên pabendiyê bi biryarê neke derkeve, ku Vîtoya navdewletî xwe dûrî biryarên cîbecîkirinê yên wesa dike”.
Jêder: Hevbendî + Wekalat