Ji aliyê bajarê E’izazê ve Eniya El-nusra û alîgirên xwe herêma Efrînê dorpêç kirin .
E’izaz di bin kontrola Cebheya Islamî de ye, lê Eniya El-nusra tevaya hêzên din neçar kirin ku pêre alîkar bin di dorpêçê de.
Ji berî heyvekê de riyên aliyê Daret Izê , her wiha riya Etmê li navçeya Cindêrsê girtibûn û bi vê dorpêça nuh wê pir astengî derkevin holê bi taybet di peydakirina pêdiviyên rojane. .
Ji aliyek dî ve hîna bi dehan welatiyên sivîl li bakurî Helebê bidîlî girtî ne, piştî ku tirimbêlên wan ji hêla komên Islamî ve li ser riya Helebê hatibûn girtin.
Jêder : Hevbendî