Bisedan welatiyên bajarê Qamişlo îro Pêncşemê 10çilê pêşî, li rojhilatî bajêr, bi helkefta roja cîhanî ya mafê mirovan, mangirtinek li dijî kiryarên Partiya Yekîtiya Demuqrat lidar xistin.
Mangirtin li ser vexwendina ENKS hate lidarxistin û têde siloganên ne razîbûnê li dijî kiryarên PYD û rêjîma Esed hatin bilinkirin.
Ibrahîm Biro serokê ENKS di destpêka mangirtinê de gotarek pêşkêş kir, têde tekezî li ser berdewamiya çalakiyên aştiyane kir ta rawestandina kiryarên rêjîmê û alîgirên wê.
Ji hêla xwe ve Beşar Emîn endamê ENKS ji me re got “bi helkefta vê roja cîhanî em dengê xwe dighînin tevaya cîhanê ku bi miletê kurd re alîkarbe da ku bighêjin mafê xwe”.
Û derbarê kongirê rikberiya Sûriyê yê li Riyad tê lidarxistin Emîn nîşan da ku ew piştgir in ji wan civatan re û Encuman encaman ji nêz ve dişopîne.
Jêder: Hevbendî