Îro Çarşemê 23 Tebaxê welatiyên kurd li bajarê Qamişlo li ser banga emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS mangirtinek li kolana Siyahî ji bo serbestberdana girtiyên siyasî lidar xistin.
welatiyan wêneyên girtiyên ENKS û siloganên doza serbestberdan wan dikin bilind kirin, û kiryarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD şermezar kirin.
Mehmûd Mele cîgirê serokê ENKS gotara emîndariya Giştî ya ENKS xwend, têde girtina siyasî ji hêla hêzên leşkerî yên bi ser PYDê ve bi tundî şermezar kir.
Mele di gotina Emîndariyê de diyar kir ku kiryarên PYDê dikevin berjewendiyên dijminê miletê Kurd de, û doz li PYDê kir ku ji kiryarên xwe vegere û pabendiyê bi rêkeftinên siyasî yên di navbera wan û Encumenê de hatine emzekirin bike.
Her wiha Mele bal kişand ku ewê kar û xebata xwe berdewam bikin, û girtin û binçavkirin wan ji doza wan dûr naxe.
Tê zanîn ku hêzên leşkerî yên bi ser PYD ve di hilmeta girtina serkirde û endamên ENKSê de berdewam in.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê