Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûrî ENKS 37mîn salvegera koça dawî ya Mistefa Barzanî li tevaya bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê îro Sêşemê 1-3-2016 vejand.
Li Qamişlo Emaneta giştî ya ENKS bîranînek navendî bi amadebûna partiyên siyasî, dezghên civaka sivîl, kesayetiyên serbixwe, û cemawerkê mezin li dar xist.
Gotina ENKS Mihemed Ismaîl endamê emîndariyê pêşkêş kir, û têde bixêrhatin da tevaya beşdaran û bi vê boneya xemgîn ji wan re û ji gelê kurd û Sûrî tevayî re sersaxî xwest.
Ismaîl di gotina xwe de bi firehî li ser jiyana Barzanî axvî, û balkişand ser şoreşên ku Barzanî seperştiya wan kiribû , û tekoşîn û xebata wî anî ziman.
Her wiha Ismail di gotina xwe de doz li Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî kir ku pişgiriya gelê Sûrî bikin û piresgirêka wî çareser bikin, û vê xwînrêjiyê bidawî bikin.
Her weha helbest û stranên taybet bi vê boneyê ji hêla komên filiklorî yên ENKS ê hatin pêşkêşkirin.
ji aliyê xweve xwecihiya Efrînê ya Encumana niştimanî ya Kurdî jî Salvegera 37 mîn ya koçkirina Barzanî bi amadebûna partiyên siyasî , kesên serbixwe û cemawerên bajêr vejand
Jêder: Hevbendî