Îroj 13 çêreya paşî 2014 li bajarê Amûdê Encumana Xwecih Ya Encumana Niştimaniya Kurd Li Sûriyê ENKS, pêncî û çar saliya şewata sînema Amûdê bibîr anî .
Piştî meşekê bi mûman û danîna tareyeke ji gulan li ber pûtê zarokên pakrewan yên sînema Amûdê , Enwer Naso endamê polîkbîroya Partiya Yekîtî Ya Demoqrat ya Kurd li Sûriyê gotarek xwend , Naso anî ziman ku di vê rojê de nêzî 280 zarokî ji Amûdê hatin şewitandin …
Naso berdewam kir û got: ” îro li hundirê Sûriyê miletê kurd kêferatê di ber mafê xwe de dike, pêwîste ku çi kesê welatparêz xwdan mirovahî hebe, bi miletê kurd re bisekine û jêre piştgir be da bighêje mafê xwe yê rewa”.
Tê zanîn ku nêzî 280 zarokî di sala 1960 di sînema Amûdê de hatin şewtandin, dema ji bo temaşekirina filmekî li sînemê amade bibûn, filmê ku dahatên wî ji bo piştgiriya şoreşa Cezairê bûn.