Îro roja yekşemê 7.5.2017 demjmêr 4 esrê , bi dehan welatiyên Qamişlo li gel endam û alîgirên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS mangirtinek li ser banga emîndariya giştî ya ENKS li pêşiya nivîsgeha emîndariyê li dar xistin. têde kiryarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD pirotisto kirin û bi taybet girtina nivîsgehên ENKS û partiyên Siyasî.
Muhsin Tahir berpirsê xwecehiyên ENKS di mangirtinê de gotinek pêşkêş kir têde spasiya beşdarên mangirtinê kir, û soz da ku ENKS wê li gor hêviyên gelê kurd bimîne û bervaniyê di ber mafê wan yê rewa de bike.
Tahir di gotina xwe de diyar kir ku ew van kiryaran qebûl nakin û red dikin û ewê nivîsgehên xwe vekin.
Piştî bi dawîkirina mangirtinê endamên ENKS dergehê nivîsgeha emîndariya giştî vekirin.
Tê zanîn ku çekdarên PYD nivîsgeha emandariya giştî ya ENKS roja Sêşemê 2-5-2017 girtibûn.
Jêder: Beşê kurdî ji nivîsgeha rahihandinê ya hevbendiyê