Rêxistina Kurdî ya Mafên Mirovan DAD di daxuyaniyekê de ragihand ku di 72 demjimêrên dawî de 39 kesên sivîl li bajarê Reqayê û gundewarê wê hatin kuştin.
Derbarê rewşa peneberên Reqayê de çalakvan Ferhan Mihemed, ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re ragihand ku di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên Sûriya Dêmiqratîk yên bi ser PYD ve û Daîş de, bi dehên sivîlan jiyana xwe ji dest dan û tekez kir ku bêhtirî 100 hezar kesî jî ji cihê xwe bar kirin û koçber bûn û li çolan ji xwe re kon vegirtine.
Her wiha Mihemed diyar kir ku rewşa xelkên Reqayê pir xirabe, ji ber ku ji aliyekî ve DAÎŞ rê nade wan ku ji herêmên şer derkevin, û ji aliyekî din ve ji aliyê firokeyên hevpeymaniya navnetewî tên topebarankirin.
her wiha Mihemed bal kişand ku mayînên çandî yên dijî kesan jiyana xelkên Reqayê xistiye rewşke trajîk de, û ta niha bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Di dawiya gotina xwede mihemed da zanîn ku rêxistinên navnetewî guh nadin bangên xelkên Reqayê û bi deh hazaran kes li çolan dijîn, û Ew bê xwarin û derman in.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê