Hêzên Rêjîmê û milîtanên Îranî û hêzên asmanî yên Rûsî bombebarana xwe li ser çend herêman li Sûriyê berdewam dikin, û firokên Rûsî kuştareke tund li gundewarê Helebê yê rojhilat pêktînin, di encamê de 12 sivîl kuştin, digel operasiyonên koçkirina nû ko gihaye taxa Berzê li nîveka Şama peytext.
Çalakvanan ji bakurê Sûriyê nûçe guhastin ko bi sedema bombebarana firokên Rûsî li ser gundê Elkinawiyê yê bi ser gundewarê Helebê yê rojhilat ve, 12 sivîl şehîd ketin û hinên din birîndar bûn. her weha sê sivîl tevlî zarokekî bi sedema teqîna mayûnekê ji pêmayên Daişê li gundê Ceblet Elhemra yê li derdora bajarê Babê şehîd ketin.
Li Hemayê hêzên Rêjîmê bajarê Elletaminê û gundê Elzelaqiyat bi dehên mûşek û bermîlên teqîner ji firokên cengê û yên hilîkopter bombebaran kirin digel topbaraneke tund.
Li taxa Berzê ya Şamê sibeha îro operasiyonên koçkirina xelkê yên nû destpê kirin, digel ko kampanya leşkerî ya tund ya ko hêzên rêjîmê û milîtanên mezhebperet yên bi ser Îranê ve li taxê ji meha sibata borî de serpereştiya wê dikin berdewam e.
Çalakvanan anîn ziman ku wê sivîlan beş bi beş ber bi bajarê Idlibê ve bişînin, wek ko li taxa Elwe’ir û Dareya li gundewarê Şamê û çend herêmên din kirin. û bal kêşandin ser ku ev bi piştgiriya Rûsiya dibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî