Encumana Nişyimanî Ya Kurd Li Sûriyê ENKS nûnerên xwe yên lêvegera siyasî destnîşan kirin di Yekemîn civata ku hate li darxistin rojên în û şemiyê 5-6-12-2014 li bajarê Qamişlo piştî emzekirina rêkeftina Dihokê, di navbera ENKS û TEV-DEM ê de.
Bi amadebûna 44 endaman ENKS, civat li dar xist tevlî nûnerên Efrîn û Kobanê, û têde mijara serke destnîşankirina nûnerên ENKS bû ji bo lêvegera siyasî ya kû yek ji xalên rêkeftina Dihokê ye, her weha girêdana kongirê encumanê yê sêymîn, û hin mijarên din.
Di kongireke rojnemevanî de piştî bi dawîbûna civatan, Tahir Sifûk serokê ENKS tekez kir ku wan nûnerên xwe di lêvegera siyasî de destnîşan kirin, ku 11 nûner ji partiya ne û du nûner ji wan ji partiya dîmuqratî kurdistanî- sûriya PDK-S, û du kesên serbixwe ( Mihemed Şiwêş û Elî Dawûd), ji bilî pêşkêşkirina sê nûnerên din di lêvegerê de, yek ji Kobanê û yek ji Efrînê û yê din ji ola îzîdî re.
Sifûk berdewam kir û got” me komîtek destnîşankir ji bo amadekirina kongirê encumanê yê sisyan, û me komêtin din damezrandin ji bo şopandina rewşa Kobanê û girê Spî”.
Tê zanîn ku civata ENKS li dar nediket ji ber nakokiyên partiyên encumanê, li ser parkirina nûnerên wan di lêvegera siyasî de.