Xwecihiya rojhilatê Qamişlo ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, roja yekşemê 16-4-2017, nivîsgeha xwe li bajarê Qamişlo piştî girtina wê ji hêla çekdarên PYD vekir.
Endamên xwecihiyan li gel şandekê ji emîndariya giştî ya ENKS nivîsgeha rojhilatî qamişlo vekirin li gor ku Hewas Mehemûd endamê xwecihiyê ji malpera Hevbendiyê re ragihand , Mehmûd got ” me biryara emîndariya giştî ya ENKS ya vekirina nivîsgehên xwe bi cî anî, û em ti rêdanan ji tu kesî wernagirin ji ber ku ti desthilatên rewa li devera Kurdî tune ne“.
Hêjayî gotinê ye ku di dehê nîsanê de emîndariya giştî ya ENKS biryara vekirina nivîsgehên xwe ragihandibû.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê