Doh li gundewarê Reqayê 16.04.2017ê Pênc sivîlan bi sedema teqîna mayûneke Zemînî jiyana xwe jidest dane û şeş jî birîndar bûne.
Endamê xwecihiya Kobanî yê Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê Xelîl Mistefa ji malpera me re tekez kir ko qurbaniyên ko mayûn bi wan de teqiya li derdorê gundê Elsukeriyê dixwestin bigihên Til Elsemin li bakurê Reqayê.
Mistefa bal kêşand ser ko rêkxistina Daiş mayûn li derdora bajarê Reqayê çandine û sivîlên destevala wekû mertal bikar tîne û heta nuha bi dehan kes ji wan sivîlan hatine kuştin û bêtir got ko xelk dixwazin ji herêmên şer derkevin lê Daiş rê li ber wan digire, û destnîşan kir ko xelk di rewşake xerab de dijîn.
Endamê xwecihiya Kobanî ya Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê Xelîl Mistefa daxwaz ji hêzên hevpeymana navdewletî kir ko mayûnên Daiş çandine rakin û sivîlan ji amanckirina asmanî biparêzin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê