Encumana Niştimanî Ya Kurd Li Sûriyê “ENKS” ji bo pirsgirêka ku di nav endamên ENKSê de di dema hilbijartina 6 endamên lêvergera siyasî çêbû, îro şemiyê 20-12-2014 li Qamişlo civateke awarte lidar xist
Li gor peyamnêrê me li Qamişlo, Encumanê giftûgo li ser vê mijarê kirin, û di encamê de gihiştin biryarekê ku çi kesê dengê xwe nedabe lîsteya ku ENKSê destnîşan kiribû ji bo lêvegerê, ewê ji ENKSê û ji lêvegera siyasî bêne dûrxistin, û her wiha biryara avakirina komîteyeke vekolînê ji heft kesan ji Encumanê hate sitandin.
Beşar Emîn endamê ENKSê ji nivîsgeha ragihandina hevbendiyê re ragihand, ku wan hewl da ku vê piresgirêkê di vê civatê de çareser bikin, lê ew negiheştin tu encamê.
Beşar emîn tekez kir ku”Me biryara dûrxistina wan kesên pabendî bi peymana di nav endamên ENKSê de nekirin û dengê xwe dan lîsteya (TEV-DEM)ê stand “.
Emîn weha berdewam kir ” Me komîtek vekolînê ji 4 endamên ENKSê yên serbixwe û 3 parêzerên ji komîta yasayî ya ku çavdêriya helbijartinên lêvegerê dikirin ava kir “.
Hêjayî gotinê ye ku sedema şopandin û giringîdana bi vê mijarê ew e , ku ENKS dixwaze li ser kêmûkurtiyên xwe raweste û arîşeyên xwe çareser bike û yekrêzî û yekhelwîstiya pêkhateyên xwe pêk bîne wek gerantiyekê ji bo birêkûpêkirina bicihanîna xalên Rêkeftina Dihokê.