ENKSê di daxuyaniyekê de siyaseta terorê ya partiya “PYD”ê û çekdarên wê ya bi devê tivingê bikar tîne li hember gelê kurd û tevgera wî ya Siyasî di Sûriyê de şermezar kir, û di daxuyaniyeke xwe de piştî kiryarên girtina ser malan û binçavkirina çendîn çalakvan û siyasetmedarên kurd ji aliyê çekdarên PYDê ve, ENKSê ev kiryar red kirin û “berpirsyariya valakirina navçeya kurdî û koçberkirina gelê kurd bitemamî xist di stûyê PYDê û çekdarên wê de, û ENKSê diyar kir ku ev kiryar mafên mirovan binpê dikin û nagunce ligel yasayên mafên mirov û beruvajî kêmtirîn piransîpên demokrasiyê ne, û dikevin di xizmeta pirojeyên rêjîmê de, û armanca hêzên terorîst yên neyarên gelê kurd bicih tîne”.
ENKSê daxwaza azadkirina sercem girtiyên siyasî yên di girtîgehên PYDê de kir, herwiha daxwaz ji raya giştî ya Cîhanî û ji rêxistinên mafên mirov kir, ji bo zêdekirina fişaran li ser PYDê û çekdarên wê ji bo rawestandina kiryar û binpêkirinên wê yên dijminkarî di derheq gelê Kurd de.
Herwiha ENKSê daxwaz ji cemawerê xwe kir li welat û derveyî welat bo şermezarkirin û redkirina Siyaseta “PYD”ê û terora çekdarên wê bi çalakiyan û hemî awayên aştiyane.
Hêjayî gotinê ye ku dawîtirîn kes ji aliyê çekdarên “PYD”ê ve hatin girtin, berêz Mehmûd Oca serokê berê yê Encûmena Xwecihiya ENKSê li bajarê Heseke bû, û herwiha berêz Ekrem Xelef endamê desteya serokatiya Yekîtiya Xwendekar Û Ciwanên Demoqrat yên Kurdistanî û birêz Celal Mihemed endamê komîteya herêmî ya PDK-Sê.
Jêder:Hevbendî
.