Li ser banga emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS bi dehan welatî û endamên tevaya xwecihiyên ENKSê li parêzgeha Hesekê li hember nivîsgeha Netewên Yekbûyî li bajarê Qamişlo roja Yekşemê 4 hezêranê li dijî kiryarên partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD mangirtinek lidar xistin.
Di mangirtinê de wêneyên girtiyên siyasî yên di zindanên PYD de hatin bilindkirin her wiha welatiyan silogan û durişmên şermzariyê li dijî kiryarên PYD bilnd kirin.
Fesla Yûsif cîgira serokê ENKS gotinek bi navê emîndariyê pêşkêş kir, têde bi tundî kiryarên PYD şermezarkir û got: kiryarên PYD li dijî kurdayetiyê ne û mebest ji wan kiryaran ku jiyan û tevgera siyasî li deverên Kurdî li Sûriyê bi dawî bibe .
Yûsif di gotina xwe de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovan û aliyên Kurdistanî kir, da ku destwerdaneke bilez di hermêa Kurdî de li Sûriyê bikin û rê li ber van kiryaran bigrin.
Tê zanîn ku hejmarek ji serkirdeyên ENKS û hin rojnamevan û çalakvanên siyasî di zinanên PYD de binçavkirî ne.
Jêder: Beşê Kurdî Di Rêveberiya Ragehandina Hevbendiyê De