ENKSê piştgiriya xwe ji helwesta şanda opozisyona Sûriyê re ya beşdarî gera siyê ji civînên Jinêv re ragihand. Ew helwesta şanda opozisyonê bi daxwaza paşxistina danustandinan, piştî hevdîtina digel şanderê navdewletî duhî roja duşemê li baregehê NY li Jinêvê, bi sedema nîgeraniya wê li hember zêdebûna xirabiya rewşa mirovî.
Derbarê Helwesta kurdan ji daxwaza şanda opozisyonê bi paşxistina danustandinan digel rêjîma Esed, Ced’an Elî, nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê got, em biryara şanda opozisyinê bi biryarek durist dibînin, û dibe bibe fişarek li ser şanda rêjîmê, û herwiha li ser Rûsiya nemaze ji ber rola wê wek dewleteka çavdêr ji Jinêv3 re, û bal kişand ku “şanda opozisyonê hêvî û daxwaza danustandinên rastyeqîn dike, ne wendakirina demê.
Dîsa got ku di çavdêrîkirina pêvajoya piroseya gotubêjên Jinêv 3 de, bi awayekî zelal diyar dibe, û şanda rêjîmê hewla xap û fêlbaziyan dike, û her hewl dide dema danustandinan dirêj bike, û dixwaze bitenê behsa tiştên pûç bête kirin, da nekevin di koka pirosêsa siyasî de ya ligor piransîpên kongirê Jinêv1, û ji wan desteya hikumraniya veguhêz ya bi tevahiya desthilatan.
Ced’an tekez kir ku nepêgiriya rêjîmê bi agirbestê, û nepabendbûna wê bi warê mirovî û xistina astengiyan bo gihandina alîkariyên mirivî û ranekirina dorpêçkirinê ji ser navçeyan û serbest-bernedana girtiyan, ew hemû hokar in ku pêwîst e yek li xwe vegere, lewra biryara rawestandina danustandinan hat standin”.
Jêder: Rûdaw