Îro li bajarê Telbîsê li gundewarê Himsê yê bakur, nimêja înê nehat kirin ji ber pirbûna êrîşên asîmanî yên Rûsî û rêjîmê li ser deverê.
Û navçeya Telbîsê rastî bumbebaranek asîmanî bi mûşekên valahî hat, her wiha balafireke cengê ya Rûsî êrîşek bir ser gundê “isêla” di heman navçeyê de.
Û hin çalakvanan tekez kirin ku hejmarek mezin ji hêzên Îranî û Rûsî û mîlîşiyên regezperest tevlî bidehên maşînên mezin gihane balefirgeha leşkerî li gundewarê rojhilatî Himsê, û ta niha nehatiye xuyakirin wê bi kude herin.
Her wiha balafirên Rûsî duh li bajarê Kefir Texarîm li gundewarê Idlibê komkujiyek pêk anî, û qurbaniyên wê 15 pakrewan û bêtir ji 20 birîndaran bûn , di nav wan de kesên rewşa wan di metirsiyê de ye hene, her wiha balafirên Rûsî êrîşin li ser navçeya Nehliya û Elmerca û Elsalihîn pêk anîn, û di encamê de hin kes birîndar bûn.
Jêder: Hevbendî