Esayişên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD ofîsa Encumana Nştiman ya Kurd li Sûriyê ENKS li gundê Sîha û ya Partiya Yekîtî ya kurd li Sûriyê li gundê Xezna yên bi ser devera Tirpesipiyê ve duh Pêncşemê10ê adarê girtin.
Di vê derbarê de herdû aliyan daxuyanî belav kirin têde kiryarên PYD bi tundî şermezar kirin, daxuyaniyan balkişandin ku PYD berpirse di ber pûçbûna jiyana siyasî li Kurdistana Sûriyê bi berdewamiya girtina ofîsên ENKS û binçavkirina çalkvan û siyasetmedaran.
Her wiha ENKS û partiya Yekîtî bang li rêxistinên mirovî û yasayî kirin da ku fişaran li PYD bikin da van kiryarên xwe rawestîne.
derbarê vê bûyerê Fesla Yûsif cîgira serokê ENKS ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku kiryarên esayişên PYD ne berpirs in û got” em ne matimayî ne ji van kiryaran, ji ber ku PYD berdewam e di girtina ofîsan û binçavkirina çalakvanan de, da ku çalakiyên ENKS rawestîne û astenigiyan ji wan re biafrîne”.
Her wiha Yûsif diyar kir ku ewê karê xwe berdewam bikin û ev kiryar ji xebata wan re nabin kelem û ewê ofîsa xwe li gundê Sîha ji nû ve vekin.
Jêder: Hevbendî