Esed taxa Cober ya Şamî careke dî bi xazên jehirdar armanc kir, di encamê de hin kes ketin rewşa bînçikandinê, hêzên Esed devera Menaşîr li Coberê bi xazên jehirdar dibe ku ew xaza kilor be armanc kir, û rewşên xeniqandinê di nav sivîlan de çêbûn, hêja ye gotinê ku ev ne cara yekem e ku Esed van xazên jehirdar bikar tîne, lê belê ew cara 22a ye.
Di van navan re zarokekî li Dûma li Xûteya Rojhilatî ji ber kêmbûna xwarin û dermanan û dorpêçkirina hêzên Esed ji deverê re jiyana xwe jidest da. Du sivîl hatin kuştin û hindek birîndar bûn ji ber bumbebarana ku bi ser devera Medaya li Gundewarên şamê çêbû. Firokên Esed heft bermîl avêtin ser deverên sivîl li Medaya, di encamê de hindek birîndar bûn, û wêraniyek mezin di binyadên abûrî yên bajêr de çêbû.
Hêzên Esed taxa Zebedanê bi 12 bermîlan armanc kir, û tu nûçeyên kuştî û birîndaran hîn negihane me. herweha firokên cengî êrîşin bi ser bajarên Eyn Terma û Hemûriyê li Xûta Şamê birin, û bumbebaranek dijwar bi tangan bir ser Seqba û Hecer Eleswed li Şamê.
Jêder: Hevbendî