Dadgeha Esed sizayê pênc salan zindan li hunermenda Sûrî Semer Kokeş birî, bi bihaneya perpêdana terorê, têzanîn ku Semer li dawiya sala 2013an ji aliyê leqê (215) ve hatibû girtin, ew keça derhênerê Sûrî yê navdar Ela´edîn Kokeş û hunermenda koçadawîkirî Melek Sikir e, û derçûya Peymangeha Bilind Ya Hunerên Şanoyê ye sala 1995, û pişkdarî di gelek karên şanogerî û yên radiyo û televiziyonê de kiriye, û paşî berê xwe daye karê doblaca zincîrên filmên karton û yên zarokan. Hêjayî gotinê ye ku rêjîma Esed çendîn hunermendên daxwaza rûxandina wî kirin û yên li aliyê şoreşa Sûrî sekinîn desteser kirine, ji wan hunermend Leyla Ewed û Ednan Elzirahî, û Zekî Kurdîlo û kurê wî Mihyar Kurdîlo. di heman mijarê de hêzên ewlehiya rêjîma Esed xaniyê hunermenda sûrî Mey Sikaf yê li Cermana li nêzîkî Şamê dagîr kir, û yek ji peyayê wê hêzê dest danî li ser şiqa wê piştî şikandin û guhertina kilîta dergehê şiqê, û ji xwe û ji xêzana xwe re bikar tîne, û ev çende hat li ser helwesta Mey Sikaf ya li dijî rêjîma Esed û beşdariya wê di xwepêşandan û
giravên li dijî rêjîmê, ku neçar bû ji Sûriyê derkeve piştî ku dezgehên asayîşa rêjîmê Xwestin-Nameyek ewlekarî li dijî wê tomar kirin, û ew şandin cêgiriya dadgeha terorê ku hat şandin bo dadwerê lêkolînê bo dadkirina wê bi tawana pêwendiyê bi kenaleka esmanî re û belavkirina nûçeyên derew.