Rojnameya Elnehar ya Libnanî diyar kir ko rêjîma Esed regeznameya Sûrî daye dora du milyon kesên Şî’î yên ji Îran û Libnanê hatine, bi amanca ko nehêle bi melyonan ji hevwelatiyên Sûrî li cih û warê xwe vegerin.
Rojnameyê duhî çarşembê bal kişand ser ko ev mijar ji bo guherîna dîmugrafî ye, ya ku ji berê de bi xurtî dihat cîbecîkirin, nexasim piştî deranîna yasaya jimar 10.
Rojname dibîne ko dagîrkirina Îranî ji Sûriyê re metirsiya herî mezin e li herêmê , û salixê mijara regezkirinê da ku ew “kêşeya herî metirsîdar e” li Sûriyê, û bi destê rêjîmê û hevalbenda wê Îran û milîtanên bi ser ve pêk tê.
Rojnameyê li ser zimanê hin diplomasiyan guhast ko Beşar Elesed nasnameya Sûrî daye du milyon Îranî û takekesên malbatê milîtanan yên feyleqa Elqudis ya bi ser Pasvanên Şoreşgêr yên Îranî û di serî de milîtanên hizbullah.
Mijar ne tenê dana nasnameyê ye, lê cihxweşkirina wan kesan e li herêmên ko ji niştecihên wan yên resen vala kirine wek Xûta Şamê û gundewarê wê û Hums û Hema û Helebê.
Gelek zilamên rêjîma Îranî bi mebest nasnameya Sûrî wergitine ji bo nekevin ber sizayên Emerîkî yên li ser wan feriz bûne, li gora rojnameyê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî