Îro firokên cengê yên Esed 3 êrîş birin li ser bajarê Reqa, û bi kêmayî du zarok şêhîd ketin û hejmareka birîndar bûn ji encama wan êrîsan, ku duhî jî Reqa rastî 8 êrîşên esmanî hat, bi kêmanî 8 sivîl hatin kuştin û bidehan birîndar bûn, hêjayî gotinê ye ku ji çar rojan ve ye rêjîma Esed berdewam e di êrîşên xwe yên esmanî de li ser Reqayê, bê hîç hewleka bersivdanê ji aliyê hêzên Hevpeymaniyê yên kontirola esmanî li ser wê navçeyê dike, û duhî nişteciyên bajarê Reqayê gaziya hawarhatinê kirin û têde hewcedariya “xwe ya bilez ji bexşîna xwînê re”diyar kirin, û çalakvanekî di pêwendiyeka taybet de ligel nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê got:”ku rewş li Reqayê gelekî kambax e, û ber bi Karaseteka mirovî diçe, ji encama kêmî û nebûna derman û pêdawîstiyên nojdarî yên pêwîst di nexweşxaneyên meydanî yên Reqayê de, û pêwîst e rêşûnên bilez bêne standin, ku hin birînên biçûk dibin sedema mirinê ji ber kêmiya derman û pêdawîstiyên pizîşkî û nebûna pêdiviyên hawarhatinê yên nojdarî!”. Herwiha û li aliyekî din duhî firokên Esed komelkujiyek li gundewarên Dêrazorê pêk anîn ji encama êrîşeka esmanî li ser derwazekî robarî di navbera herdu bajarokên Elsibha û Elbolêl de, herwiha îro jî gundê Hitle û yê Elbû’umer yên nêzîkî balafirxaneya Dêrazorê ya serbazî rastî 3 êrîşên firokeyan hatin.
Jêder: Hevbendî