Hêlîkopterên Rêjîma Esed, ev bû cara sisêyan ku bajarokê Mişmişan li Gundewarê Cisir Elşixûr bi bermîlên teqîner tije gaza kilorê ya jehirdar bombebaran dike. Di encamê de 17 rewşên bînçikandinê çêbûn di nav wan de çend zarok jî hebûn.
Encamên bombebarankirina hêzên Rêjîmê ji bajarokê Mişmişan re, bi bermîleke teqîner ko gaza kilor tê de bû, ya Hefteya buhirî, bêtir ji 18 rewşên bînçikandinê di nav sivîlan de çêbûn hin ji nav wan zarok bûn.
Digel ko di heman çax de û di demjimêrên sibehê de gundên Cebel Elzawiyê û Cisir Elşixûr li Gundewarê Idlib bombebaran kir, li gora belgehkirina ta nuha 15 şehîd ketine.
Hevbendiya Niştimanî doz li Encûmena Ewlekariyê kir ko biryara 2118an li jêr benda heftan cîbicî bike. Û Tawankarên Cengê ,û di serî de Beşar Elesed kujerê zarokan, ber bi Dadgeha Tawankariyên Navdewletî de bişînin.
Her wiha Hevbendiya Niştimanî dubare kir û bi navê Gelê Sûrî tekez kir ko em berpirsiyariyê dixin stuyê Civaka Navdewletî û bi taybetî Endamên Encûmena Ewlekariyê, berpirsiyarî û encamên ko rewşa bobelatî ya Sûriya gihayê bi sedema piştguhkirin û sersariya tevan, ko nikarin biryarekê ji bo bidawîkirina bobelata Sûriyê û sizakirina Tawankarên Cengê û yên ko bi tawankariyên Cînosayidê rabûne.
Her wiha Hevbendiyê berpirsiyarî xist stuyê ewan dewletan, yên ko nehiştin biryara Encûmena Ewlekariyê li dijî yên ko Çekên Kîmawî bikar tînin, û bi taybetî biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmara 2118 ya sala 2013an û bi taybetî benda 21 ya ku sizayên tund ji bikarhênerên Çekên Kîmawî re danîne ,tev li guhastina bêdestûr ji wan çekan re, an jî bikaranîna wan Çekên kîmawî li Sûriyê li jêr benda heftan here serî.
Jêder: Hevbendî