Îro firokên dagîrkeriya Rûsiya û yên rejima Esed du kuştar li Helebê û gundewarên wê pêkanîn û têde zêdetir ji 40 sivîlan hatin kuştin.
Bergiriya şaristanî kuştina 25 şehîdan û birîndarbûna zêdetir ji 70 kesên din ragihand, wek amareke destpêkî ji sê êrîşên esmanî re îro li danê piştî nîvro li ser gundê O’êcil li nêzîk bajarokê Kefernaha li gundewarê rojavayê Helebê.
Li aliyek din û piştî derbasbûna rojekê li ser bimbebarankirina firokên Rûsiya, îro beyanî, 14 sivîl şehîd û bi dehan birîndar ketin, ji encamê êrîşeke esmanî ji aliyê firokên Rûsiya li ser taxa Elmircê li bajarê Helebê.
Hin çalakvanan ragihandin ku firokên Rûsiya radibûn bi armanckirina xaniyên sivîlan li taxa Mircê, bi mûşekên lerzandinê û yên teqîn-bihêz, ku bûne sedema wêrankirina gelek xanî û avahiyan, û têde 14 şehîd û bi dehan birîndar ketine.
Li aliyek din duhî bajarê Helebê rastî êrîşên dijwar ji aliyê firokên Rûsiya hatin, û têde bêhtir ji 40 şehîdî ketin ku piraniya wan ji taxa Elqatircî bûn, ya ku bi şev rastî êrîşên dijwar hat, û bû egerê pêkanîna komelkujiyeke hovane li taxa navhatî.
Jêder: Hevbendî + Şam