Îro Firokên Esed li taxa Meşhed li Helebê kuştarek pêk anîne, di encamê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dane,û bi 10an birîndar bûne, bi sedema barandina çend bermîlên teqîner li ser Xaniyên Sivîlan. Di heman demê de jî hewildanên Berevanya sivîl ji bo rizgarkirina kesên di bin wêranyê de berdewam in.
Her wiha doh berî nîvê şevê Firokên Dijminkarên Rûsî bombebaraneke tund li ser taxên bajarê Etarib li Gundewarê Helebê yê Rojava pêk anî, giha 27 êrîşan li ser bajêr, tevlî bombebarana Firokên Esed bi Bermîlên Teqîner, di encamê de 15 sivîl şehîd ketin û dora 70yan birîndar bûne.
Ji aliyekî dî ve Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê Ebdilîlah Fehed, doz li Civaka Navdewletî kir ko pirotestoke diyar û xuya der barê van tawankariyên berdewam derxîne, yên ko Rêjîma Esed û hevalbendên wî di derheqê sivîlan de pêk tînin.
Fehed di daxuyaniyeke berê de gotibû :”Bêdengiya Civaka Navdewletî li ser tawankariyên Rêjîma Esed û dagîrkerên Îranî û Rûsî û arzankirina xwîna Miletê Sûrî ew bi xwe têkçûneke mirovî ya mezin e û gerek pirotestoyeke aşkere ji bo van tawankariyan derxîne ko Rêjîmê û hevalbendên wê bide rawestandin. Û ew her nermayî di evê mijarê de, wek piştgirî û beşdarbûnê di van tawankariyan de dibîne ”.
Jêder: Hevbendî+Şam