Duhî çarşembê firokên rûsî nexweşxana şehîd Miyeser Elhemdo li bajarokê Elxedfe li gundewarê Idlib amanc kir, di encamê de çend sivîl birîndar bûne û nexweşxane wêran bûye.
Ev piştî hefteyekê ji wêrankirina firokên Rûsî ji nexweşxana Elrehme li bajarokê Tilimnis li gundewarê Idlib yê başûr çêbû, di encamê de bi tekûzî ji xizmetê derket.
Çalakvanan li gundewarê Idlib anîn ziman ko bi sedema amanckirina firokên Rûsî ji nexweşxana bajarokê Elxedefe, du karmendên biwara bijîşkî birîndar bûne, nexweşxane jî wêran bû û ji xizmetê derket, û destnîşan kirin ko nexwexanê xizmeta bi dehhezaran sivîl dikir.
Rojnamevanekî Tora Beledî News anî ziman ko firokên cengî yên rûsî bi mûşekan demjimêr 10.35 sêşembê taxên rojava yê bajarokê Elxedefe başûrê Idlib bombebaran kir, û amackirina nexweşxana şehîd Miyeser Elhemdo rasterast bû.
Diyar kir ko nexweşxane xizmetên bijîşkî ên taybetmendiya jin û zarokan ji piraniya niştecihên gundewarê Meeret Elnuman yê rojhelat re pêşkêş dikir, û tê texmînkirin ko nîvmilyon kes sûde jê werdigirtin.
Kampanya hovane ya firokên Rûsî ya ji çar heyvan ve berdewam e, bû sedema wêrankirina bêtir ji 35 nexweşxane û navendên tendiristî li gundewarê Idlib, Hema û Helebê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî