Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, diyar kir ku komkujiyek li bajarê “Cisr El-şixûr” li gundewarê Idlibê ji aliyê firokeyên Rûsan ve hatiye pêkanîn, û têde pênc zarok hatine kuştin, û bal kişand ku ev kêmtirîn hejmara qurbaniyan e di komkujiyên ji destpêka sala 2018’an de.
Torê di rapora xwe ya duhî de, bi tenê du komkujî di heyva îlona borî de dokument kirine, û wek torê amaje pê kiriye, ji ber kêmbûna operasyonên leşkerî li ser tevaya qada Sûriyê.
Di raporê de hatiye ku di roja 4’ê îlonê de yekem komkujî ji aliyê firokeyên Rûsiyayê li bajarê Cisr El-şixûr yê Idlibê hatibû pêkanîn, her weha roja 7’ê îlonê komkujiyek bi destê aliyên nenas li dijî bajarê “Miherdê” li gundewarê Hemayê hatibû pêkanîn, û têde 11 kesên sivîl hatibûn kuştin.
Li gor raporê, 206 komkujî her ji destpêka sala 2018 heta destpêka heyva cotmeha niha li Sûriyê hatine pêkanîn.
Hêjayê gotinê ye ku tora navhatî li roja duşema borî di raportekê de, kuştina 192 sivîlan di meha îlonê de dokument kiribûn, 95 ji wan bi destê hêzên rejîmê û Rûsya ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê