Hêzên rêjîma Esed û dezgehên ewlehiyê di operasiyonên girtina bêserûber û têwerdana malên sivîlan de berdewam in. Çalakvanên xwecihî diyar kirin ko hêzên rêjîmê di vê heftiyê de tenê 60 xort ji Heresta ya Xûta rojhelat li Şamê girtine.
Çalakvanan gotin ku xortên bajêr bûn armanca operasiyonên girtinê, hin ji wan di têwerdana malên xelkê de, û hin li ser rêbendên demkî yên ko hêzên rêjîmê li dergehên bajarê Şamê û bajarên din yên Xûta danîne.
Ji hêla xwe ve tora ’‘Sewt Elasîme ‘’ anku Dengê Paytextê, anî ziman ko wê girtina bêtir ji 10 xortan belgeh kiriye, ko li rêgira “Wehdet Elmiyah” mezintirîn rêgirên kontrola firqa çaran ya bi serpereştiya Mahir Elesed lê heye, ya ko li ser rêkeke sereke ye çûn û hatina Şamê ye.
Tora ragehandinê destnîşan kir ku yên li ser rêgiran û têwerdana malan hatine girtin, bo şaxên ewlehiyê li derdora bajarê Heresta hatine şandin.
Herêmên di bin kontrola rêjîmê de li Xûta rojhelat ketine ber kampaniyên têwerdan û velokirina rojane ji hêla hêzên rêjîma Esed û dezgehên ewlehiyê, bi amanca girtina xortan bi tawanên siyasî an yên cinayetan, bi amanca ko wan bo leşkeriya neçar û ya yedek birê bikin.
Tora Sûriyê ya mafên mirovan di raportên xwe yên roleyî derbarê girtiyan de, tekez kir ko operasiyonên girtinê ji hêla rêjîmê derheqê sivîlan de berdewam in, û di raporta xwe ya dawî de ya heyva gulanê, girtina 197 kesan ji nav wan çar zarok û jinek belgeh kirine.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî