Bi sedan xelkên bajarê Kobanê ku li Turkiyê dimînin, di hefteyê de roja Duşem û Pêncşemê vedigerin malên xwe, lê kesên ku dixwazin careke din vegerin ji bo pêwîstiyên taybet nema dikarin ji ber ku dergehê Mirşidpinarê yê fermî girtî ye
Îdo Elî welatiyekî Kobanê ye ji me re axivî û got ” ez dixwazim vegerim Turkiyê ji bo dermankirina kurê xwe yê ku berî heyvekê bi sedema teqîna bumbeyeke çandî birîndar bibû berdewam bikim, lê Turkiyê rê nade me da em di dergehê fermî re derbas bibin”
Elî di riya malpera me re bang li hikûmeta Turkiyê kir da ew destûrê bidinê ji bo ew bikaribe kurê xwe derman bike.
Ji hêleke din ve Ebdulah Silo ku berî demkê vegeriyaye Kobanê dibêje “piştî biryara Rêvberiya bi ser Partiya Yekîtiya Demuqrat ve, ku ew ê malên vala desteser bikin Ez vegeriyam û min mala xwe bi kirê da, lê niha nikarim vegerim Turkiyê ji ber ku dergeh girtî ye”.
Jêder: Hevbendî