Carek din girtiyên zîndana navendî ya Humisê, dest bi girava birçûbûnê kirin – û hêjî berdewam in- û dubare daxwaza serbestberdana xwe û rawestandina girtina kotekî û bêdadkirin ji rêjîma Esed kirin. Têzanîn ku ev girtîgeh taybet bo girtiyên tawankar e, lê hêzên ewlehiya rêjîmê bimebest çalakvan û xwepêşander tevlî wan kirine, piştî ku girtîgeh ji çalakvanên şoreşê tijî bûne. herwiha îro gelek girtîgeh û zîndan hene di bajarên li jêr desthilata rêjîmê de û ji wan girtîgeha Edra ya jinan ku têde nêzîk dused jinî girtîne, tevlî Zindana Navendî ya Şamê li Edra, ya ji 12 baskan pêk tê û têde deh hezar girtî hene, ku di her baskekî de 12 odeyên teng hene û têde baskek taybet bo “Selefiyan” heye, ku di demên asayî de di her odeyekê de 25 girtî hene, lê ji destpêka şoreşê ve di her odeyekê de 50 girtî hene, û herwiha zîndana Seydnaya Navendî heye bi zêrevaniya tabûreka leşkerî, ku ev zîndan nakeve li jêr sîstema zîndanan û nejî girêdayî Wezareta Navxoyî ye û nakeve li jêr hîç alîyekî çavdêriya dadwerî yan serbixwe, û têde nîzîk 14 hezar girtî hene. zêdebarî Zîndana Şaxê Filistîn ya bednav li başûrê Şamê û têde 38 zînzane hene ku rûberê her yekî mitir û nîv çargoşeyî ye û tên navkirin bi “Munferide” û herwiha di vê Zîndanê de 19 hob hene ku di her hobekê de 60 girtî hene, û têde girtî tûşî eşkance û lêdana dijwar dibin û rastî destdirêjiya cinsî tên û têde xew bêhtir ji sê rojên berdewam tête qedexekirin. Hêjaye ku Nûra Elemîr cêgira Serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji rêxistinên Mafên Mirovan kir ji bo” karakirina rola xwe ya mafnasî û mirovî û guhdarîkirina li dengê girtîyên di girava birçîbûnê de li girtîgeha Humisê , yên ku îro dest bi girava xwe kirine wek nerazîbûnekê li ser tawanên rêjîma Esed yên li dijî wan têne pêkanîn”, ku hin agahiyên taybet ji hundurê girtîgehê bo Nivîsîngeha Ragihandinê tekez kirin ku:” niha di hundur zîndanê de yaxîbûna sivîl destpê kiriye, bi sedema kiryarên eşkencedan û kuştin û bêserûşûnkirina neçarî ya rêjîma Esed li dijî Sûriyan pêk tîne, Herwiha Elemîr got ku ” pêwîst e sînorek ji tawanên rêjîma Esed re derheqê girtîyên Sûrî bi destên xwefiroşên Esed bête danîn, û sepandina çavdêriya tenduristî ya lezgîn li ser girtîgehên têne bikaranîn bo hewla serkutkirina vîna gelêrî ya daxwaza rûxendina Esed û rêjîma wîya hov dikin”. Ji aliyekî din Nûra Elemîr dît ku derbasbûna Xaça Sora Navnetewî di hindur girtîgeh û navendên girtinê û serpirştiya ketwarê saxlemî û yasayî, bûye pêwîstiyeka bilez û nema çaverêkirin tê pejirandin”, û balkişand ku” ev ne yekemîn mangirtin e di hundur zîndana navendiya Humisê de, lê ji berî vêjî çendîn mangirtin û girav hatin pêkanîn û gelek girtî bi sedemê hatine kuştin û hin ji mafên çareserkirina xwe hatin bêpar kirin”. Elemîr tekez kir ” ku hejmara jinan di girtîgehan de bi awayekî berdewam zêdetir dibe, û hemû sozên hatîn pêşkêşkirin bo girtiyan, ji aliyê dadgehê û rêveberiya Zîndanê tevde derew derketin”.
Jêder: Hevbendî