Monday, June 16, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Girûpa Kar Ya Sorika: Vaksînên Ku Li 60 Navendî Hatin Dan, Li Hemî Deverên Cîhanê Bikar Tên.

September 16, 2014
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 3 mins read
A A
Girûpa Kar Ya Sorika: Vaksînên Ku Li 60 Navendî Hatin Dan, Li Hemî  Deverên Cîhanê Bikar Tên.

Girûpa Karê Sorika ya ku bi Hikûmeta Sûrî a Demkî ve girêdayî ye, di demeke dereng ji şeva bûrî de daxuyaniyek derxist, tê de behîdariyên germ bo xwediyên zarokên ku duh êvarî mirin pêşkêş kir , û hêviya rehetbûneke bi lez ji zarokên nexweş re kir. girûpê mixabiniya xwe bo jidestçûna ” hejmarek ji zarokên me” da xuyakirin.

 Daxuyaniyê tekez kir : ” Nîşanên nexweşiyê piştî nîv saetê ji stendina derziyê xuya kirin. Tu  metirsî li ser zarokên ku nîşanên nexweşiyê piştî derziyê yekser li wan xuya nekiribe tune ye”.

Daxuyaniyê diyar kir: ” Qonaxa didwan ji derzîdana Sorika roja Duşembê 15/9/2014an li parêzgeha Dêra Zorê û Idlibê li dor 60 navendên tendirustî destpê kir, derzîdana dor 15000 zarok li Dêra Zorê, û dor 12000 li Idlibê bi derzîdana Sorika û Sorika Elmanî bikar hat”.

 Daxuyaniyê zêde kir: ” Derzîdan duh li her şêst navendî bi awayekî normal destpê kir, ta ku me nûçeya biazar saet deh û nîvê sibehê bi mirina zarokekî piştî derzîdanê bihîst, dûv re gelek kesên bi vê rewşê bi ser me de hatin, lewre biryara rawestanek demkî li hemû navendan hat stendin, û li gor serjimarên Tendurustiya Idlibê, hejmara miriyan gihişt 15 zarokan, û zarokên êşiyayî yên ku hatin dermankirin50 zarok bûn “.

Daxuyaniyê diyar kir: ” Nîşanên nexweşiyê li zarokên derzî stendibûn navçûn , nîşanên kirîzê, û bihinçikandina di navera sivik û rawestana henasê de bû”.

Girûpa Karê Sorika got: ” Em li pêş rewşeke biyan û ne normal in”. bi sedema ” Derzîdanên ku li her şêst navendî bo zarokan hatin dayîn, eynî derzîdanên Sorika û Sorika Elmanî ne ku li Cîhanê tevî bikar tên ” û tekez kir ” Hemû derzîdanên ku li her şêst navendî hatine belavkirin ji berhemên heman kargehê ne, hejmara heman girûpê liser nivîsî ye, û ta meha Rêbendan sala 2016an tên bikaranîn”.

Girûpê daxuyaniya xwe bi tekeziyê  berdewam kir: ” Hemû qutîkên vaksînan  pîlêta hestyariya reng ya çakiya vaksînê û mercên nimûneyî di pileyin germahiya destnîşankirî tê parastin, û berdewam di bin çavdêriyê de ye. Di destpêkê de tekezî ji mercên veguhistinê û parastinê ji aliyê rêvebiriya Tendirustiya Idlibê ya Azad bû “. hemû mirî li navenda tenderustî li bajarê Cercenaz li gundewarên Idlibê ne.

Hêjaye gotinê  di dîroka bikaranîna vê vaksînê li sernserî cîhanê tev de hîn ev hejmar ji rewşên kirîza alarcya çênebûne, tev tê zanîn ku derzîdana Sorika  dibe ku kirîza alarcya ji her Melyon zarokî bi yekî re çê dibe. Ji alî xwe de Wezareta Dadweriyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de ji Encumenê Dadmendiya Sûrî  ya Azad  û serbixwe xwest ku komîtek lêpirsîna dadmendî, yasayî, û serbixwe hemû desthilat di destê wê de hebin çêbike, ta ku sedemên bûyerê  yên rastîn nas bikin, û kêşeyê dorpêç bikin, biryarên yasayî yên tên xwestin ji bo şopandina  sedemdaran û mafê kesên ku ziyan li wan hatine biparêze.

Hêja ye gotinê ku Wezareta Dadweriyê di Hikûmeta Sûrî ya demkî de daxuyaniyek derxist, tê de destnîşan kir: ” beşdariya wê bi birayên wê yên Sûrî re  di boblata wan ya êşdar de ji bo her zarokekî sûrî ku birîndar bûye yan şehîd ketibe, ger kî sedem be, û çi alî li pê sekinî be, gotin nikarin salixa tiştê ku di 16/9/2014an çêbûye bide”.

Herweha zêde kir ku wê ji encumena dadmendiya Sûrî  a serbixwe xwest komîtek lêpirsîna dadmendî, yasayî, û serbixwe hemû desthilat di dest wê de hebin ta ku sedemên bûyerê  yên rastîn nas bikin, berpirsyarê dorpêç bikin, biryarên yasayî yên hewcedar bo şopandina  sedemdaran û mafê kesên ku ziyan li wan hatine biparêze.

Jêder: Hikûmeta Sûrî ya Demkî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post

Hevbendî Bombebarana Hovane Li Ser Telbîsê Protesto Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.