Girûpa Karê Sorikan bi hemû pêkhat û Astên xwe ve ragihand ku : ” ew berpirsyariya yasayî û rewiştî derbarê boblata giran ku bi serê xelkên me li gundewarê Idlibê hat û hemû encamên pê ve girêdayî hildigirin”.
Girûpê di daxuyaniyeke xwe de got: ” Em rola rêvebiriya tenduristî ya Idlibê di çavdêriya vê helmetê û şopandina karê ku jê re hatiya danîn giranbuha dibînin”.
Girûpê spasiya ” rêvebiriyên tendirustiyê, encumenê xwecihî, û desteyên nojdarî li parêzgehên dî bo beşdariya wan ya aktîv di helmetê de, tev rewşên ewlekariyê yên awarte ku her kes dizane” kir.
Girûpê hestên êş û xemgîniyê derbarê vê nûçeya ku bihîst diyar kir.Di daxuyaniyekê de ku hikûmeta Sûrî ya Demkî weşandibû got: “Ramana çêkirina girûpê wek bersivdanekê bû li ser qutbirîna vaksînan li ser zarokên me li heremên ku ji zêdeyî sê salan derveyî desthilata rejîmê ne, û derketina gelek nexweşiyên vegir yên ku mirov dikare xwe bi derzîdanê ji wan biparêze û Sorik yek ji wan e ” .
li gor raporên nexwşiyên vegir û veguhêz yên demdemî ya ji hêla toreya Zû-Agahdarkirinê û bersivdana nexweşiyan (ACU-EWARN) hejmara kesên ku bi vê nexweşiyê li parêzgehên Bakur hatin dîtin zêdeyî 9000 kesên goman hebû ku bi vê nexweşiyê bin ji destpêka Tebaxa 2013an ta roja îro, û bi rastî jî nexweşiya hin kesan bi taqîkirinê tekez bû , pirhebûna vê newxweşiya vegir li wan parêzgehan ji hêla rêxistinên navdewletî hat ragihandin, ew rêxistinên ku guh didin beşê tendirustiyê di nav girûpa karê tendirustî (Health Working Group) ya ku bi ser nivîsgeha hevrêziya karûbarê mirovahî di Netewên Yekbûyî de.
Nexweşiya Sorikan gelek metirsiyên wê li ser saxlemiya giştî û bi taybet ya zarokan hene, dibe ku rêjeya nexweşan bigihê 75% ji zarokan, û dibe ku rêjeya mirinê di nav kesên ku bi sorikan ketine bigihê 10% ji nexweşan.
Jêder: Hikûmeta Demkî