Girûpeke rûgirtî roja Înê 2-12-2016 Demjimêr 7ê êvarê, êrîşî ofîsa xwecihiya Amûdê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS kirin.
Li gor peyamnêrê malpera me wê Girûpa rûgirtî ala netewî ya Kurdî ji ser ban daxistin û şewitandin û hin alavên ofîsê şkenandin
Xwecihiya Amûdê ya ENKS derbarê vê êrîşê daxuyaniyek belav kir têde bi tundî ev kiryar şermezar kir û weke karekî ne berpirsiyar ew wesif kir û esayişên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD weke berpirs di ber vê tawanê de dît.
Jêder: Hevbendî