Hawas Egîd, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê û nûnerê kurd di hindur şanda opozisyina Sûrî de, got ku daxwaza serekî ya şanda opozisyona Sûrî ji şanderê navdewletî bo karubarê Sûriyê “Dî Mestora” ew e ku em dest bi gotubêjên rasterast bikin ligel şanda Rijêmê li ser piroseya siyasî. ne şandina fayîlan ji hev re bi rêka wî.
Egîd di hevpeyvînekê de ligel radiyo “Arta”, sedema derengiya tevlîbûna şanda opozisyonê bo civînên Jinêv vegerand li bersiva dereng ya Dî Mestora li ser nameya şanda opozisyonê derbarê herdu platformên Qahîra û Mosko, û derbarê wê yekê Egîd diyar kir ku şanda opozisyonê di nameya xwe de tevlîbûna nûnerekî ji her platformekê li nav şanda opozisyonê pejirandibû, û ev yek pêk nehat.
Û li ser sedema amadenebûna “PYD”ê û partiyên hevpeymanên wê, “Hewas Egîd” got ku me hêvî dikir ku em bi yek şanda kurdî û bi lênerînek hevbeş beşdar bibin, lê ji ber ku PYDê helwesta xwe ji Rijêmê yekalî nekiriye û xwe bi hêla sêyem binav dike, û ew ne ligel opozisyonê û nejî ligel Rijêmê ye, bû sedema amadenebûna wê li danustandinan, û got ku têkçûna rêkeftina ligel “Tev.dem” bû sedem bo lawazbûna helwesta kurdî, lê bal kişand ku nûnerên kurd li hindur şanda opozisyonê wê pirsa kurdî ligor heman lênerîna rêkeftina Dihokê gengeşe bikin.
Derbarê xwepêşandana Amûdê ya piştgiriya nûnerên kurd ên li nav şanda Opozisyonê li Jinêv4, Egîd got ku ew rêz û supasiya vê helwesta piştgiriyê dikin, û got ku em rewatiya xwe jê distînin ji ber ku em nûnertiya wan û ENKSê dikin, û hîç wateyek nîne ji amadebûna me li Jinêv bê gengeşekirina pirsa kurdî, û got: kêşeya Sûriyê wê qonax bi qonax çareser bibe, û ji ber ku rewşa Sûriyê rewşek nenormal e, û li ser xakê parçekirî ye, û gava serekî destpêkirina qonaxa veguhêz e, û paşî pirsa kurdî di çarçovê çareserkirina pirsa Sûrî bi giştî wê bête gengeşekirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê