Heft rêkxistinên mafnasiyê daxuyaniyeke hevbeş derxistin tê de daxwaz kirin ko milîtanên Yekîtiya Dîmuqrat girtiyên siyasî yên li dev xwe azad bike û dev ji siyaseyaseta zordarî û revandinê û siyaseta devgirtinê berde.
Daxuyaniya rêkxistinên mafnasiyê doz li milîtanên PYD kirin ko dev ji girtina kotekî û rawestandina siyasetmedaran berde, û ev rêkxistin dibînin ko ew “li derveyî yasayê ne û binpêkirina mafên mirovan û azadiya bingehîn dikin, li gora hemî peymanên navdewletî.”
Rêkxistinên ko imze kirine daxwaz dikin ko “yekser û bêmerc girtiyan berde, eger çi tawankarî nekiribin, û wan bidin dadgehên dadwer , û dabînkirî be ko pêrabûnên dadgehê li gora pirinsîbên desteyên Netewên Yekbûyî bin.”
Heft rêkxistinên ko berevaniya mafên mirovan li Sûriyê dikin imze kirine, her weha emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî Kurdî doh daxuyaniyek derxist û got: “kirdeyên nerewa yên ko milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat derheqê serpereşt û kadirên Encûmena Niştimanî û partiyên wê dike, tev de nîşanên têkçûna wê ne çi li hindir û çi li derve be.”
Daxuyaniya dezgehên mafnasiyê wisa bidawî hat: rêkxistinên berevaniya mafên mirovan li Sûriyê dikin radigehînin ko ew piştgiriya xwepêşindan û civîn û xwenîşandanên aştiyane û derbirîna daxwazên xwe li gora belgehên rewa û yên dadwer dikin, çimkî mafê xwepêşindanên aştiyane di hemû belgeh û peymanên navdewletî parastî ne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî