Hejmara qurbaniyên Sûrî li Sûriyê û kampên Libnanê di heftiyekê de ji ber serma dijwar piştî bahoza berfê ku li devera Rojhilata Navîn xist ji Sêşemba Bûrî de gihişt 36 şehîdan, 24 zarok di nav wan de hene.
Li gor serjimêra nivîsgeha mafnasî di Yekîtiya Hevrêzên Şoreşa Sûrî de, hejmara kesên mirina wan li kampên Libnanê hatiye belgekirin Deh penaberên Sûrî ne. Ji hêleke dî ve 11 sivîlan li Gundewarên Şamê, Neh li Helebê, Sisê li Dêra Zorê, Dido li Reqayê, û yek li Der`a jiyana xwe ji dest dan.
Hevrêziyê destnîşan kir ku dorpêçkirina hêzên rejîma Esed ya berdewam ji Xûta Şamê ya Rojhilat re nehişt alîkariyên mirovahî û nojdarî bighên bêtirî ji 850 Hezar sivîlên ku hîn li deverê dijîn, û ev yek bû sedema mirina Neh kesan li Gundewarê Şamê, pirên wan zarok in.
Hemû parêzgehên Sûrî di hefteya bûrî de Ji ber bandora nizimbûna seqayî ya qutbî ku bayê zor sar pê re hat, berf û baran li wan bariya.
Jêder: Hevbendî