7 kes bûne qurbaniyên 7 êrîşên esmanî yên Firokên Cengî yên Esed li ser bajarê Newa li rojavayê Der’a tevlî hejmarek ji birîndaran, û bajarê Inxil jî rastî êrîşeka wek wê hat ku bû sedema şehîdbûna 6 kesên sivîl û birîndarbûna 10 kesên din ku rewşa hinan ji wan di metirsiyê de ye, hevdem bû ligel topbarankirina bajarê Da’il ji aliyên tabûra topan ya (285) li panorama, di heman mijarê de duhî û ji egera êrîşeka esmanî li ser bajarê Da’il li bakurê Der’a, bi avêtina 10 bermîlên teqîner zarokek hat kuştin û 5ê din birîndar bûn. hêjayî gotinê ye ku li hember serkeftin û pêşketinên leşkerî yên artêşa Azad li Horanê, hêzên Esed bi şêweyekî rojane berdewamiyê dide tawan û kuştarên xwe, ku artêşa Azad kontrola xwe li ser Newa û girên derdorê sepandî ye û herwiha kontrolkirina Şêx Miskîn û Til Elhara yê stratîjîk ji aliyê leşkerî ve, têzanîn ku Nesir Elherîrî sekertêrê Hevbendiya niştimanî pesnê van serkeftinan da ku:”gaveka cûreyî bû û henase û pişa leşkerî ya hêzên Esed xeniqand, ya ku ji bo pêgihandina xalên xwe yên leşkerî bikar tanî “,û balkişand û amaje kir ku “revîna serbazên Esed û Mêlîşiya Hizibulah û Îranê yên terorîst ji devera Der’a û têkşikandina wan li ser destê artêşa Azad, Sekeftinek qehremaniye û nîşana hindê ye ku Dera ya ku nasnavê derkûşa şoreşê bidest anî di destpêka bizava gelêrî de û herwiha hêjaye ku nasnavê goristana stemkariyê û terora Esed jî bidest bîne”.
Jêder: Hevbendî+ Smrat