Sê kesan ji bajarê Helebê jiyana xwe ji dest dan bi sedema astengkirina milîtanên Îranî yên tirorist ji cîbicîkirina peymana derxistina Sivîlan re, piştî ko aliyên bijîşkî nikarîbûn guhdanê bi wan bikin, û nehêlana derbasbûna tîmên xaça sor bo bajêr.
Çalakvanan ji bajêr gotin kalemêrek mir di dema bas di bendewariya destûrdanê de bûn, çimkî milîtanên tirorist yên bi ser Îranê ve ji nav wan jî hizbullaha tirorist, ew basên bendewar bêtir ji 4000 sivîlî di wan de bû, tevlî bidehên birîndaran, gava ko ji Ramûsê ber bi herêma Raşidîn rojavyê bajêr de diçûn ew rawestandin.
Her weha 8 kes ji derbiderên Helebê bi sedema derengketina derxistina wan ji bajêr li wilayeta Hatayî başûrê Tirkiyê di dema çareseriyê de jiyana xwe jidest dan, ew ên ko ji ber bombebarana rêjîma Esed û Rûsya derbin giran li wan ketibûn, li gora ko daxuyaniya birêveberiya giştî ya rojnamevanî û belavkirin û ragihandina desthilata Tirkiyê ko îro sêşembê ragihand.
Daxuyaniyê bal kêşand ser ku 148 birîndar gihane nexweşxaneke Hatay , ji nav wan 58 zarok in, di rewşeke metirsîdar de ji bajarê Idlib di rêbuhêrka “Cilwe Gozo” aliyê Tirkiyê di rêbuhêrka Bab Elhewa re derbas kirin. Bêtir got ko 13 birîndaran çareseriya xwe bidawî kirin û ji nexweşxanê derketin, her weha 64ên din li ser nexweşxaneyên corbicor hatine belavkirin. Û tekez kir ko deh turumbêlên hawarhatina lezgîn li ser sînorê Sûrya-Tirkiyê li benda birîndaran in.
Vê sibehê dîsa operasiyona derkirina sivîl û birîndaran ji taxên Helebê dest pê kir, 8 bas ko dora 1000 kesî di wan de bûn. Tê zanîn ko karwanekî din ji hindirê taxên Heleba rojhilat ber bi gundewarê Helebê yê rojava tête amadekirin. Û doh li dora 50 basî ko bêtir ji 4500 kesî ji nav wan jî bi dehan birîndar û bi sedan jin û zarok doh derketin. Û piştî wê 18 bas ko bi koçkiriyê Helebê barkirî bûn ber bi gundewarê rojava de çûn.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî di nameyekê de ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî û ji 25 dewletan re û rêkxistinên din şembiya derbasbûyî şand, dibîne ko derkirina sivîlan ji taxên Helebê operasiyoneke koçkirina kotekî ye ko ew jî li gora yasaya navdewletî tawana cengê ye.
Û got wan peyman pejirand ji bo saxlemiya sivîlan dabîn bikin, û daxwaz kir ko pêrabûnên yekser û bikin tako sivîl li Helebê bêne parastin.
Operasiyona derketina niştecihên Helebê hat piştî sê mehan ji dorpêçkirinê digel bombebaraneke bêserûber bi hemû cûreyên çekên qedexekirina navdewletî ji hêla hêzên Esed û Rûsya û milîtanên bi ser Îranê ve, hem jî operasiyona bombebarana ko sê mehan berdewam kir ji 15 çîriya paşî ve ko bi sedema wê 1500 kes şehîd ketine û bêtir ji 7000 sivîlî tevlî jin û zarokan birîndar bûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî