Rêveberê Berevaniya Sivîl ya Sûrî”Rayid Elsalih” hat helbijartin di nav lîsteya kovara “The Time” ya Amerîkî de ya ji bo helbijatina “100 kesayetiyên” herî xudan bandor li cîhanê ji bo sala 2017an.
“Elsalih” got ku em “şanazi in ku em di nav kesayetiyên herî xudan bandor de bin, ku ev yek bi saya karê hevbeş yê zêdetir ji 3300 xwebexşî ye, yên kar dikin di zehmetirîn baredoxan de û jiyana xwe dikin qurban bo rizgarkirina jiyana mirovan bo hemî pêkhateyên olî û netewî, ji bo rizgarkirina jiyanê ji nav koma wêraniya mirinê ya bi sedema şerê bi destê Rijêmê li Sûriyê dibe “.
Elsalih got ku “xelatkirina me di vê pileyê de wê bibe fakter bo gihandina dengê êş û azarên miletê Sûriyê bo cîhanê, û ji aliyê xwe ve ez daxwaza hevkariyê û fişaran ji sercem hêzên navdewletî dikim ji bo bidawîkirina şer û bidawîkirina azarên gelê Sûriyê“.
Hêjayê gotinê ye ku Berevaniya Sivîl di çend salên karê xwe de karîbû jiyana zêdetir ji 80 hezar kesî ji bin wêraniyên bi sedema bombebarankirina firokên Rijêmê û hevalbendên wê rizgar dike.
Herwiha ku dezgeha Berevaniya Sivîl ya bi rêveberiya Elsalih ku ew bi xwe yek ji xuyatirîn kesên damezrênerên wê ye, li zêdetir ji 8 parêzgehên li navçeyên rizgarkirî kar dike, û tîmên wê radibin bi rizgarkirina sivîlên ku rojane tên bombebarankirin, herwiha cihekî wê yê mezin di nav civaka sivîl û cemaweî û xwechî û navdewletî de heye.
Û filmê derbarê Berevaniya Sivîl bi xeleta “Oskar” ya sala 2016 hat xelatkirin, di nav fîlmên dîkomîntî de.
Tê zanîn ku lîsteya ku kovar salane belav dike, navên kesayetiyên siyasî û karsaz û hunermend û werzeşvan tê de hene, bê ku li gor pileyan bên rêzkirin, lê li gor biwarên wan tên dabeşkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî