Îro 13 Adara 2015an Tevgera Civaka Dîmuqrat hilbijartinên şaredariyan li devera ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve Kantona Cezîrê tê binavkirin lidar xistin.
Ji hêla xwe ve Encumana Niştimanî ya Kurd helwesta xwe ji van helbijartinan di daxuyaniyekê de diyar kir, û karê xwe di Lêvegera Siyasî Ya Kurd de rawestand.
Fêsel Yûsif endamê lêvegerê ji malpera me re da zanîn ku hevparên wan di lêvegerê de rêkeftina Dihokê têk birin û şert û mercên wê pêk neanîn.
Her wiha Yûsif got “biryara yekemîn ya lêvegerê ewbû danîna siyaset û istratîciyekê ji gelê kurd re û hevparî di tevaya nivîsgeh û desteyên rêveberiya xweser de û piştî van karan tevan qonaxa lidarxstina helbijartinan bû”.
Ji hêla xweve çalakvanê siyasî Hisên Cim’a ji me re da zanîn ku ev helbijartin ne rewa ne bi taybet di qonaxekê de ku şoreşeke gelêrî lidar e,û hê rêjîm li parêzgehê desthilatdar e.
Derbarê biryara ENKSê Cim’a got” ez vê helwestê rast dibînim ji ber ku ev kêşeyên wisa ji tevaya pêkhateyên siyasî li deverê têne xwestin bi şêweyekî lihevkirî û di qonaxeke aram de”.
Tê zanîn ku şandeyek ji ENKS li herêma Kurdistanê ye, da li gel serok Mesûd Barzanî derbarê vê mijarê bicive , serokatiya herêmê da zanîn ku ev hilbijartin ne li gor naveroka rêkeftina Dihokê ye .
Jêder: Hevbendî