Xwepêşandanên bi şev ji aliyê xelkê gundewarê bakurê Himusê hatin lidarxistin li hember hewlên Rûsiya û rijêma Esed yên ji bo koçberkirina sivîlên navçeyên dikevin di çarçovê rêkeftina “kêmkirina tundutîjiyê” de.
Û Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistrfa, duhî nameyek ji wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîs Oglo re şandibû, têde daxwaz ji Tirkiyê kiribû ku fişaran bêxe li ser Rûsiya ji bo rawestandina hewlên koçberkirina xelkê gundewarê bakurê Himusê, û daxwaza pabendbûna bi rêkeftina “kêmkirina tundutîjiyê” kiribû.
Ew xwepêşandan li bajarên “Teblîsê” û “Resten” û “Elhola” û tevli bajarokên “Ze’feranê” û “Elsi’n” û “Elhaşimiyê” û “Eldarelkebîr” hatin lidarxistin, û têde mercên Rûsî yên ji bo xweradestkirin û barkirinê ji bo parastina jiyana xwe red kirin.
Û tabûrên artêşa azad li gundewarê Hema û Himusê pêşinyara Rûsiya ya derbarê bakurê Himusê û başûrê Hemayê red kirin.
Û NY li demkê pêştir tekez kiribû ku kiryarên koçberkirina neçarî li Sûriyê digihêjin asta tawanên şer, û serokê Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de cext kiribû ku riftarên Rijêmê û hevalbendên wê Rûsiya û Îran yên li gundewarê bakurê Himusê pêrew dikin, bi wêrankirina nexweşxane û jêrxaneya bingehîn û armanckirina sivîlan, bi tawaneke şer ligor bendên 6 û 7 û 8 yên zagona Roma ya serekî têne pejirandin, û herwiha binpêkirin e ji mada 49 re ya çaremîn rêkeftina Cenêvê û mada 2 ji rêkeftina NY ya ji bo qedexekirina tawana cînosaîdê, û herwiha beruvajî biryarên komeleya giştî ya NY û konseya ewlekariyê ye.
Û Mistefa tekezî kiribû li ser giringiya kartêkerkirina mîkanîzmên çavdêrî û dadpirsînê ji bo misogerkirina bicihkirina agirbestê bi awayekî giştgîr, da rê bi carekî li pêşiya binpêkirinan bête girtin, û daxwaz ji Mosko kir ku dest ji hewlên rêkeftinên tekalî li gundewarê bakurê Himusê berde, û herwiha pabendiya xwe bi rêkeftina Astana ya ji bo kêmkirina tundutîjiyê li bakurê Himusê yê di çarçoveya navçeyên rêkeftinê de tekez bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî