Nivîsîngeha hawarhatina ya yekgirtî li Xûta Şamê ya rojhilat, duhî roja pêncşemê di daxuyaniyekê de koçbarkirina 5131 malbatî ji rojhilatê Şamê her ji destpêka vê heyvê ve belge kiriye.
Rêveberê beşê pêwendiyên giştî yê nivîsîngeha hawarhatinê Elî ebû ‘Êşê, ji ajansa “SMRAT” re gotiye ku “35 malbat ji bajarokê Hemoriyê derbeder bûne, û 1300 xêzan ji bajarokê E’rbîn û 1250 xêzan ji bajarokê Misraba û 500 xêzan ji Eynterma û 1722 ji bajarokê Qita’helmerc û 224 xêzan ji bajarê Dûma û 50 xêzan ji Heresta.
Ebû ‘Êşê bal kişandiye ku malbatên derbeder ber bi bajarên Zemelka û Seqba derbeder bûne, û xelkê Dûma çûne ber bi taxên Dûma yên kêmir bombebaran dibin, ku li rex kesukarên xwe yan di xaniyên navenda mihvandariyê de bûne mihvan, û hevdem ku gelek malbatên derbeder dibin xêvetan de niştecî bûne.
Nivîsîngeha hawarhatina li Xûta rojhilat hişyarî daye li ser nebûna cihên vehwandinê yên guncayî û nebûna alavên germkirinê bo derbederan, û daye zanîn ku ev çend bûne sedema belavbûna nexweşiyê li nav wan, tevlî ku derberî bûye sedema giraniya barê aborî û derûnî li ser xelkê mazûmvan.
Di daxuyaniyê de hatiye ku pêla derbederiya xwecihî zêde bûye bi sedema zêdebûna êrîşên hêzên rijêma Esed li ser bajar û bajarokên Xûta rojhilat bê destnîşankirina wan, û daxuyaniyê bal kişandiye li ser nebûna xwarina guncayî ji gelek aliyan, û diyar kiriye ku ev yek bûye sedema peydabûna bedxwariniyê û belavbûna diyardeya parsê di nav jin û zarokan de, ji bo dabînkirina pariyê xwarinê û pêdawîstiyên jiyanê.
Û ligor dumahîk datayên nivîsîngeha hawarhatina xwarinê ya yekgirtî ku hejmara doxên bedxwariniyê di nav zarokan de gihiştiye 444 zarokên nexweş, ji wan 140 zarok tûşî bedxwariniyek dijwar bûne, û 300 zarok bi rêjeyek kêmtir.
Hêjayê gotinê ye ku nivîsîngehê li demekê pêştir, li roja 17 çiriya paşiyê 2017an, dabû zanîn ku derbederiya nêzîkî 750 malbatî ji Heresta û bajarokê Midîra li Xûta rojhilat ber bi bajarên Xûta yên din, ji ber bombebarankirina zêde ya hêzên Rijêmê belge kiribû.
Tê zanîn ku hêzên rijêma Esed û hevalbendên xwe li vê dawiyê êrîşên xwe li bajar û bajarokên Xûta rojhilat zêde kirine, û derdora 400 hezar sivîlî li Xûta rojhelat hene jiyana xwe di rewşeke xerab de derbas dikin, bi sedema dorpêça hêzên Rijêmê ya li ser wan û bombebarana ji çend salan ve, tevî ku rêxistina lêborîna navdewletî (Amnesty) bal kişandibû ku li ser destê hêzên Rijêmê tawanên şer bi awayekî kesnedî bi rêka napalim û bombên rûsî têne pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî