Hesen Salih endamê Encûmena Niştimanî ya kurdî û cîgirê sikirtêrê Partiya Yekîtiya Kurd got ku kiryarên PYDê bi hasanî derbas nabin û ji ENKSê daxwaza dubare-vekirina nivîsîngehên xwe kir û herwiha daxwaza xwepêşandanan li dijî kiryarên PYDê kir.
Hesen Salih di daxuyaniyekê de ligel kenala “kurdistan 24” diyar kir ku PYDê dorpêçkirina xwe li ser gelê kurd li Sûriyê zêde kiriye ku bi sedema stem û zordestiya wê piraniya milet ji neçarî koçber bûye.
Salih got ku PYDê baş tê digehe ku revandin û girtina serkirdeyên ENKSê û bizavên wê yên ji bo jinavbirina doza kurdî û valakirina navçeyê ji gelê kurd wê bi hesanî derbas nebe.
Salih tekez kir ku ENKSê ji biryara xwe ya li dijî zordariya PYDê paşnakeve û wê berdewam be di çalakiyên xwe de li dijî kiryarên wê yên tepeseriyê.
Salih daxwaza vekirina baregeh û nivîsîngehên ENKSê ji endam û alîgerên wê kir û daxwaza xwepêşandanan li dijî PYDê kir ya navçeya kurdî kiriye zîndanek mezin.
Jêder: Beşê kurdî yê ragihandina Hevbendiya Niştimanî- kurdistan 24